Fatih Gazioğlu
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag: "Li Ewropayê nijadperestî, dijminiya biyaniyan, cudaxwazî û dijminiya Îslamê ku van salên dawîn her diçe zêde dibe, ne bi tenê ji bo biyanî û Misilmanan tehdîd e, di heman demê da ji bo Ewropayiyan jî tehdîd e."
Bozdag li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê bûyera li Solîngena bajarê Almanyayê di 29ê gulana sala 1993an de qewimîbû daxuyaniyek da. Bozdag bi bîr xist ku di bûyerê de ji malbata Genç 5 kes hatibûn kuştin û bûyera nijadperest careke din şermezar kir. Bozdag wiha got:
"Li Ewropayê nijadperestî, dijminiya biyaniyan, cudaxwazî û dijminiya Îslamê ku van salên dawîn her diçe zêde dibe, ne bi tenê ji bo biyanî û Misilmanan tehdîd e, di heman demê da ji bo Ewropayiyan jî tehdîd e."
Bozdag diyar kir ji bo careke din bûyerên wiha neqiwimin û tu kes neyê kuştin divê siyasetmedarên Ewropayî tedbîran hildin û baldar bin. Bozdag wiha dewam kir:
"Li Ewropayê nijadperestî, dijminiya biyaniyan, cudaxwazî û dijminiya Îslamê piçek jî sûcê siyasetmedarên Ewropayiya ne. Ev gotin zirarê dide nirxên Ewropayê jî. Ji bo ku careke din qetlîamên şibiya Solîngenê neqewimin divê em hemû bi hev ra ji nijadperestiyê, dijminiya biyaniyan, cudaxwazî û ji dijminiya Îslamê re bibêjin nexêr. Bona pêşeroja Ewropa û hemû dinyayê dive em hemû bi hev ra bixebitin."