Önder Beyter
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
AGRI
Xebatên temîr û verastkirina dibistanên gundan ên ku Şaredariya Bazîda navçeya Agiriyê da destpêkirin, berdewan in.
Li ser telîmata Qaymeqam û Cîrşaredarê Bazîdê Ulaş Akhan kêmasiyên dibistanên gundên Bazîdê hatin tesbîtkirin û herwiha xebatên temîr û verastkirina wan dest pê kirin.
Ekîbên şaredariyê yên ku li Dibistana Seretayî ya Gundê Atabakanê xebatên xwe kuta kirin, derbasî gundê Kalecîkê bûn û dest bi temîrkirina dibistana gund kirin.
Ekîbên şaredariyê di çarçoveya xebatên xwe da hundirê dibistanê bi temamî boyax kirin û herwiha kêmasiyên wê yên heyî jî temam dikin.
Ji hêla din va, ji bo ku xeteke nû ya kanalîzasyonê bikişînin dibistanê jî dest bi xebatan kirin.
Akhan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir, ji bo ku xwendekar di şert û mercên durist û qenc da perwerdeyê bistînin wan li dibistanan dest bi xebatê kir.
Ahkan bal kişand ku wan wekî şaredarî li dibistanên ku kêmasiya wan a binesaziyê heye dest bi xebatên temîr û verastkirinê kir û wiha dewam kir, "Piştî tesbîtkirina kêmasiyan ekîbên me diçin û dest bi xebatê dikin. Di vê çarçoveyê da em di warê paqijiya giştî ya hawirdorê, boyaxkirin, temîr, verastkirin û binesaziyê da tevdîrên ku hewce ne werdigirin û xebatên xwe dikin."