Fatih Gazioğlu
22 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Îranê piştî daxistina teyareya esmanî ya bêmirov (ÎHA) ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku sehaya wan ya esmanî ewle ye û ji hemû firînan ra vekirî ye.
Berdevkê Saziya Esmangeriyê ya Îranê Riza Caferzade der barê sekinandina hin seferên şirketên navneteweyî daxuyanî da.
Caferzade got ku sehaya esmanî ya Îranê ewle ye û wiha axivî: "Sehaya esmanî ya Îranê ji hemû seferên şirketên balafiran ra vekirî ye. Heta niha tu şirketan negot em ê guzergeha xwe biguherînin. Li ser vê mijarê em hê ji hêla tu şirketan va nehatine agahdarkirin."
Caferzade diyar kir ku di rojê da qasî hezar balafir ji ser Îranê ra derbas dibin.
Îdareya Esmanî ya Federal (FAA) duh daxuyaniyek dabû ku Îranê ÎHAyeke Amerîkayê daxistiye. FAAyê li ser vê qadên hewayî yên li Kendavên Besra û Umanê ku di bin kontrola Îranê da ne ji bo bikaranîna şirketên hewageriyê yên Amerîkayê qedexe kiribû.
Piştî daxuyaniya FAAyê Brîtîsh Aîrwaysa şirketa Îngiltereyê û Qantasa şirketa Awustralyayê daxuyandibûn ew ê êdî ji alternatîfeke din ra seferên xwe bikin. KLMya şirketa Hollandayê û Lufthansaya şirketa Almanyayê jî gotibûn ew êdî ji ser Geliyê Hurmuzê ra nafirin. Bi tenê şirketa Lufthansaya gotibûn ew ê seferên xwe yên ji bo Tehranê bidomînin.
- Daxistina ÎHAya Amerîkayê
Pêr teyareyeke bêmirov (ÎHA) ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê ya ku li ser Kendava Hurmuzê difirî, bi fuzeyeke Îranê va hatibû daxistin.