10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî: "Serdana min a li Tirkiyeyê baş derbas bû. Di hevdîtinê da em li ser têkoşîna li dijî DAEŞa rêxistina terorê bi hûrgilî axivîn ka divê çawa hevbeş tevbigerin."
Barzanî di roja duyemîn a serdana xwe ya li Enqereyê da der barê hevdîtina xwe ya ku do bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra kir, pirsên rojnamevanên ku ji Herêma Kurdistanê hatin bersivand.
Barzanî diyar kir ku serdan berê hatiye plankirin û wiha got: "Serdana min a li Enqereyê beriya operasyona rizgarkirina Şingalê hatibû plankirin. Berê ez û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê axivîbûn. Do jî em bi serokomar, serokwezîr û rayedarên din ra hatin bal hev."
Barzanî destnîşan kir ku hevdîtin baş derbas bûn û wiha xeberda: "Di hevdîtinan da em li ser hemû meseleyan axivîn. Di têkoşîna li dijî DAEŞa rêxistina terorê da ji bo Herêma Kurdistanê, Tirkiye û hêzên koalîsyona navneteweyî di nav hevkariyê da bin û hevbeş tevbigerin em bi hûgilî axivîn."
- "Meseleya guherandina nobedariyê zehf hat mezinkirin"
Barzanî bal kişand ser mijara guherandina leşkerên Tirkiyeyê yên li Mûsilê û wiha got: "Em li ser nîqaş û rageşiya ku leşkerên Tirkiyeyê li Başikaya navçeya Mûsilê bi cî bûne jî axivîn. Beriya serdanê ez bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Parastina Neteweyî Xalid Ubeydî ra li ser têlefonê axivîm. Mixabin mijara leşkerên Tirkiyeyê xelet hat fehmkirin. Min berê jî gotibû ev mesele zehf hat mezinkirin. Leşkerên Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî didin leşkerên dildar ên ereb. Ev cî 20 kîlomêtro ji Mûsilê dûr e. Kampên leşkerên Tirkiyeyê ji du beşan pêk tê. Lijneyeke ji Tirkiyeyê ji bo li ser meseleyê biaxive çû Bexdayê û li wir in. Em jî bi tu awayî naxwazin desthilatdariya dewletê were binpêkirin. Lê em bi DAEŞê ra şer dikin û pêwîstiya me bi dostên me heye. Ev mesele wê di demeke kurt da were çareserkirin. Du mijar hene ku divê neyên tevlihevkirin. Yek binpêkirina desthilatdariyê ye ya din jî di têkoşîna li dijî terorê da alîkariya ku tê kirin."
Barzanî diyar kir ku di çarçoveya serdan û pêwendiyên xwe yên li Enqereyê da der barê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê da hevdîtinan dike û wiha got: "Li ser derfet û firsendên ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dewam bike, em diaxivin. Xwezî li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê nehata vê astê. Em bi rayedarên Tirkiyeyê ra li ser vê axivîn. Dema pêvajoyê dest pê kir ji bo her kes bi hêvî. Niha jî li ber vê pêvajoyê asteng hene. Ez naxwazim qala hûrgiliyan bikim, lê divê pêvajo dewam bike. Lewra divê mesele bi aştiyê bên çareserkirin. Ji bo vê jî li gorî min dem lazim e."
- "Her dem pêwîstiya me bi hev heye"
Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê û Tirkiye wek du dewletên cînar pêwîstiya wan bi hev heye û wiha xeberda: "Her dem pêwîstiya me bi hev heye. Carna hin astengî derdikevin pêşiya Kurdistanê. Tirkiye dikare ji bo çareserkirina van astengiyan rola xwe bilîze. Carna berevajiyê vê jî diqewime. Her dem pêwistiya me bi hev heye."
Barzanî diyar kir ku vê gavê armanca wan a sereke jiholêrakirina DAEŞê ye û wiha peyivî: "Vê gavê armanca me ew e ku DAEŞ têk here û tevî herêma ji dewletên din ji holê rabe. Em dostê Tirkiye, Îran û hemû dewletan in. Em teref nagirin û destûrê nadin kesên ku li ser Herêma Kurdistanê planan dikin."
Barzanî diyar kir ku ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê divê DAEŞ ji Mûsilê were derxistin û wiha got: "Ji bo ewlehiya Kurdistanê ji bo me gelek girîng e ku DAEŞ ji Mûsilê were derxistin. Me berê jî got ku em amade ne, lê terefên din hê hazir nînin. Divê DAEŞ li Sûriye û Iraqê têk here. Heger li Iraqê herin ser DAEŞê û li Sûriyeyê neçin serê nabe. Di vê mijarê da jî helwesta me eşkere ye. Em piştevaniya dostên xwe dixwazin. DAEŞ lawaz bûye, lê hê talûkeyeke mezin e û li Mûsilê disekine. Ji hêla leşkerî va lawaz bûye lê bi rêbazên din her dem dibe ku êrîş bike."
Barzanî li ser pirsa ji Tirkiyeyê daxwaza çekan kirine yan na da wiha got: "Daxwazeke wiha çênebû, lê heger çêbe Tirkiye wê di vê mijarê da texsîr neke."