10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
MÛSIL
Pêşmergeyên Rojava ku demeke dirêj e li kampên bajarên Hewlêr û Duhokê yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), bi mebesta şerê dijî rejima Esed û DAEŞa rêxistina terorê, ji aliyê Hêza Zêrevanî ve tên perwerdekirin û ji bo bên şandin ji herêma rojava ra amade ne.
Kurdên Rojava yên ji bajarên weke Efrîn, Kobanê û Qamişloyê ku piştî tundbûna şerê navxweyî li Sûriyeyê, pena birine Herêma Kurdistanê, hejmarek ji wan berî nuha bi çar salan di kampên Duhok û Hewlêrê da perwerdeya leşkerî dîtin. Piştî temambûna perwerdeya serekî Hêza Pêşmergeyên Rojava hat damezrandin.
Hêza Pêşmergeyên Rojava ku di serî da çend liqek bûn û hin bi hin zêdebûn û nuha hejmara wan gihiştiye 8 hengan (alay) û girêdayî Hêza Zêravanî ne, ji nuha ve li nêzîkî Mûsilê li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê beşdarî operasyonên dijî DAEŞê dibin.
Berpirsê Hêza Rojê ya Pêşmergeyên Rojava Sîpan Mêhdî Husên ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, "Piştî hevpeymana Duhokê biryara pêkanîna lijneyekê hat dayîn ku pirsgirêkin leşkerî yên rojava guftûgo bikin. Di vê çarçoveyê da, ji kur û keçên welatiyên Rojava hêzek hat pêkanîn ku girêdayî tu rêxistinekê nîne. Ji nuha ve nêzîkî 6 hezar Pêşmergeyê Rojava amade ne, têkoşîna dijî terorîstan."
- Em ji Wezarete Pêşmerge ya HKIyê alîkariyê distînin
Hûsên destnîşan kir ku hemî alîkarî û pêdawîstiyên leşkerî ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve ji wan ra tê dabînkirin û got, "Hêza hevpeymaniya navneteweyî tu alîkariyeke wan nagihêje Pêşmergeyên Rojava. Herwiha heta nuha ji bilî Hikûmeta HKIyê, alîkariya siyasî, madî û leşkeriya tu aliyekî negihiştiye. Lê belê ji bo têkoşîneke dijwartir em daxwaza alîkariya hevpeymaniya navneteweyî dikin."
- Emê li dijî rejima Esed û DAEŞê şer bikin
Husên anî ziman ku heger derbasî Rojava bibin ê li tenişta mixalefeta Sûrîyeyê dijî rejima Esed û DAEŞê şer bikin û got, "Diyar û eşkere ye bê dijmin kî ye. Emê jî li tenişta mixalefeta mûtedîl ya Sûriyeyê şer bikin ku piştgiriya hemî hevpeymanên navneteweyî sitendiye."
- Yên ku li alîgirên rejimê ne di şaşiyê da ne
Husên teqez kir ku têkiliyeke rasterast di navbera wan û PYDyê da çênebûye û got, "Ême helwesta me eşkere û safî ye. Emê li dijî wan hêzên ku alîgirê Esed in jî şer bikin. PYDya ku alîgiriya rejimê dike di rêyeke şaş da ye. Em hêvîdar in di demeke nêz da şaşiyê xwe bibînin û têkevine nav refên rast."
Pêşmergeyeke jin di nav Pêşmergeyên Rojava da Hacer Ridwan got, "Piştî ku şerê navxweyî li welatê me dest pê kir, me cih û warê xwe hişt û em hatin vê derê. Piştre ji bo ku em bergiriyê li xwe bikin me çek hilgirt û biryara perwerdedîtina leşkeriyê da. Piştî perwerdeyeke dirêj me dixwest em vegerin Rojava lê mixabin ji ber kêşmekêşên siyasî me nekarî vegerin. Tevî vê yekê jî em di têkoşîna xwe da berdewam in. Gelê me yê Rojava li hêviya me ye."
Pêşmergeyeke din ya jin bi navê Şêrîn Ako got, "Di germahiya havînê da demeke dirêj me perwerdehiya leşkerî sitend. Lê piştî ku li dijî DAEŞê em ketin şer me fêm kir bê ka ev têkoşîn çendî girîng e. Ez ne poşman im û heta şehîd bibim ezê şer bikim."
Ako destnîşan kir ku piştî ku erka wan ya serbazî li derdora Mûsilê temam bibe dixwazin vegerin Rojava û têkoşîna xwe li wê derê bidomînin û got, "Armanceke me heye, em bi hawara xelkê Rojava ve herin."