İbrahim Atmaca
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar çû Rûsyayê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, Sererkan Orgeneral Akar bi balafira Fermandariya Hêzên Asîmanî va ji balafirgeha leşkerî ya li Etîmesgutê çû Rûsyayê. Akar wê li Soçiyê bi Sererkanê Rûsyayê Orgeneral Valeriy Gerasimov û Sererkanê Îranê Tumgeneral Mihemed Baqirî ra di civîneke sêalî da hevdîtinê bike.