Önder Beyter
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
MADRÎD
Wezîrê Karên Derva yê Îspanyayê Alfonso Dastis ragihand, Îspanya dibe ku di nava çend mehên pêşiya me da Dewleta Filistînê nas bike.
Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Rîad El Malikî ku di ziyareta fermî ya Îspanyayê da hevaltiya Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas dike, ligel hevmewqiyê xwe yê îspanyol Alfonso Dastis hat cem hev.
Di civîna çapemeniyê ya hevbeş da Dastis xeberda û diyar kir ku ew pêşbînî dike ku di nava çend mehên pêşiya me da li Yekîtiya Ewropayê peymaneke berfireh wê bê îmzekirin û herwiha ew hêvî dike ku bi vê peymanê va Îspanyayê jî Filistînê nas bike.
Wezîrê îspanyol wiha xeberda, "Naskirina Dewleta Filistînê divê bi Ewropayê da bi kordîne bê kirin û herwiha divê armanca wê ew be ku alîkariya aştiyeke di navbera Îsraîl û Filistînê ya di siberojê da bike. Ez hêvîdar im ku ev peymana berfireh a ku wê li Ewropayê bê îmzekirin, wê di nava çend mehên pêşiya me da pêk were."
Dastis bal kişand ku Îspanya di kêşeya Filistîn û Îsraîlê da timî piştevaniya çareseriya "du dewletên demokratîk, serwer û ewle" dike û wiha got, "Çi zû çi dereng, ev yek wê pêk were."