ERBÎL
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Neçîrvan Barzanî, got ku ew derbarê mijara îxracata petrol û butçeyê de bi hikûmeta navendî ya Bexdayê re hevdîtinan dikin û wiha dewam kir: "Di civînê de me pêşnuma û pêşniyarên xwe pêşkêşî wan kir. Em li bendê ne ku bersiveke niviskî bidin. Hêsan nîne ku em di demeke kurt de bigihîjin encamekê baş. Lê em hêvîdar in. Her du alî jî dixwazin."
Barzanî, hevdîtina duh li paytext Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî el- Malîkî û Alîkarê Serokwezîr Huseyîn Şaristanî re kir ji televîzyona "Kurdistanê" re nirxand. Barzanî got ku hevdîtin baş derbas bû. Barzanî, diyar kir ku derbarê mijarên li ser bi hev nekirine de pêşnuma û pêşniyarên xwe bi niviskî pêşkêşî hikûmeta Bexdayê kirin. Civînên di nav lijneyan de tên kirin dê dewam bikin.
Barzanî, got ku pirsgirêk bi rûniştinekî nayên çareser kirin û wiha dewam kir: "Di civîna dawî de me pêşnuma û pêşniyarên xwe pêşkêşî wan kir. Em li bendê ne ku Bexda bersiveke niviskî bide. Di demeke kurt de mirov nikare bigihîje encamekê baş. Em bi hevdîtina carek û ducaran nikarin bigihîjin encamekê, lê em hêvîdar in. Her du alî jî dixwazin. Hêviya me ew e ku em bigihîjin encamekê him ji bo herêma Kurdistanê him jî ji bo hemû Iraqa Federal baş."