Mikail Bıyıklı
13 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Pakistanê ku ji bo hevdîtinên fermî çû wir, ji hêla Serokwezîr Şahbaz Şerîf hat pêşwazîkirin.
Erdogan serê sibehê gava ji otêlê derket û ber bi avahiya Serokwezîriyê çû, li ser guzergehê nimayişên resen ên Pakistanê hatin kirin û ji hêla komên bi cilûbergên herêmî hat pêşwazîkirin.
Li ber avahiya Serokwezîriyê, Serokwezîr Şerîf, Serokomar Erdogan pêşwazî kir.
Piştî ku Erdogan û Şerîf li qada merasimê derbasî cihê xwe bûn, bondoyê marşên herdu welatan lê da.
Pişt ra Erdogan çû ber yekeya merasimê û silav da eskeran.
Erdogan û Şerîf piştî fîdandanînê, "Firîna Rêzê" ya Hêzên Asîmanî yên Pakistanê temaşe kir.
Piştî teqdîma heyetên welatan, Erdogan û Şerîf derbasî hevdîtinên rûbirû û heyetan bûn.
Piştî hevdîtinan, Erdogan dê beşdarî Civîna Heftem a Konseya Hevkariya Stratejîk a Pilebilind bibe.
Tê pêşbînîkirin ku Erdogan û Şerîf dê piştî civînê, civîna çapemeniyê ya hevbeş pêk bînin.

Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Pakistanê Şerîf ra hat cem hev
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ra hat cem hev.
Serokomar Erdogan li Îslamabada paytextê Pakistanê ku ji bo hevdîtinên fermî çû wir, bi Serokwezîr Şahbaz Şerîf ra hat cem hev.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û tevî 6 wezîran, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun jî beşdarî hevdîtinê bûn.