Mehmet Tosun,Haydar Şahin
19 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Îranê ji hêla Serokomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Li Qesra Sadabadê piştî ku Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Reîsî derbasî cihê xwe bûn, marşên neteweyî yên herdu welatan hatin lêdan.

Erdoganê ku silav da yekeya merasimê û Reîsî dû ra destê xwe dan hev û poz dan rojnamegeran.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nurettin Nebati, Wezîrê Werziş û Ciwanan Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Serokê Teşkîlata Îstixbaratê (MÎT) Hakan Fîdan, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî di merasimê da amade bûn.

Erdogan û Reîsî paşê derbasî hundir bûn ku dest bi hevdîtina rûbirû bikin.