Ahmet Aydın
03 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2019
Lûtkeya Çaralî ya bi mijara Sûriyeyê ya ku bi beşdariya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson hat lidarxistin, qediya.
Civîna ku li Londonê li Ofîsa Serokwezîriyê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin 50 deqîqeyan ajot.
Serokomar Erdogan piştî lûtkeyê dema ji ofîsê derket, di bersiva pirsa rojnamevanekî de got, "Gelekî baş derbas bû."
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Serokê Îstixbarata Teşkîlata Millî (MÎT) Hakan Fidan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî lûtkeyê bûn.