İbrahim Atmaca
29 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
KOPENHAG
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo ku seba Ewropayê îvmeyeke nû were bidestxistin, divê biryar were dayîn, heke na "welat û şirketên mezin" wê biryarê bidin.
Macron ji bo ziyareta fermî çû Kopenhagê û li wê derê Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen qebûl kir.
Piştî hevdîtinê civîna hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin û Rasmussen diyar kir ku rojeva Danîmarka û Fransayê paşeroja Ewropayê ye.
Rasmussen diyar kir ku divê welatên endamê NATOyê zêdetir piştgiriyê bide yekîtiyê û wiha dewam kir: "Ji bo ku em bixwe ewlehiya xwe pêk bînin, divê em zêdetir têkevin bin berpirsiyariyê."
Macron jî diyar kir, ji bo Fransayê wê çêtir bibe ku Danîmarka zêdetir tevî yekîtiyê bibe.
Macron paşê derbasî Pirtûkxaneya Qraliyetê bû û wî û Rasmussen li wê derê pirsên xwendekaran bersivandin.
Rasmussen li ser pirseke projeya Yekîtiya Ewropayê got, "Heke ku nirxên Ewropayê wê dewam bikin, divê em hemû bi hev ra vê bikin."
Macron jî destnîşan kir ku gelek tehdîd hene û wiha dewam kir, "Dinya ji hev safî dibe. Ji bo ku seba Ewropayê îvmeyeke nû were bidestxistin, em biryar nedin wê çi bibe? Welat û şirketên mezin wê şûna me biryarê bidin."