Önder Beyter
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê di 14-15ê sibatê da bo ziyareta fermî biçe Belarûsê.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê, Serokwezîr Yildirim wê di 14-15ê sibatê da biçe Belarûsê.
Di çarçoveya ziyaretê da Yildirim wê ligel Serokwezîrê Belarûsê Andrey Kobyakov rûbirû rûnê û herwiha wê hevdîtinên heyetan jî werin kirin. Di vê çarçoveyê da Yildirim wê bi Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko ra jî hevdîtinekê bike.
Yildirim wê ligel Serokê Konseya Komarê Mîkhaîl Myasnîkovîç û Serokê Meclisa Nûneran Vladîmîr Andreyçenko jî rûnê.
Di hevdîtinan da ligel mijarên dualî wê mijarên herêmî û navneteweyî jî bên gotûbêjkirin. Di seredana ku wê du rojan bajo da di navbera Tirkiye û Belarûsê da wê çendîn peyman jî bên îmzekirin.
Herwiha Yildirim dê girtina Forûma Şixul a Tirkiye-Belarûsê ligel hemtayê xwe yê Belarûsî bike, Mizgefta Mînskê ku bi alîkariya Tirkiyeyê hat çêkirin ziyaret bike û maça dostaniyê ya tîma neteweyî ya hokeya cemedê ya herdu welatan temaşe bike.