BEXDA
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî, bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî re hat bal hev.
Hevdîtin li "Herêma Şîn" ya Bexdaya paytexta Iraqê hat kirin. Piştî hevdîtinê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê daxuyanî da û diyar kir ku di hevdîtinê de bêtir li ser mijarên dahata nefta ji xaka HKIFê, dubendiya der barê budçeya 2014an de ya di navbera HKIFê û Bexdayê de sekinîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alî li ser mijara li dijî terorê zêdekirina koordînasyonê jî sekinîn. Hat ragihandin ku her du serokwezîran beriya dengdayîna budçeya sala 2014an, li hev kirin ku li ser rêyên çareserkirina mijarên bi îxtilaf yên di navbera komîteyên pispor û teknîk yên ku bi awayekî hevpar hatin avakirin, bên bal hev.
Di daxuyaniya ku lijneya HKIFê da de jî hat ragihandin ku li ser mijarên bazarkirina nefta HKIFê ya bi rêya Tirkiyeyê ya ji bo cîhanê û astengiyên ku di vê mijarê de derdikevin pêşiya HKIFê sekinîn.