ÎSTANBUL
Hat diyarkirin ku duh li Sûriyeyê hêzên Esed êrîşî çend bajarokan kir û êrîşan de 82 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) duh 1 di êşkenceyê de 4 jin, 5 zarok, 15 leşkerê Artêşa Sûriyeya Azad bi tevahî 82 kes bi destê hêzên Esed hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Esed li Helebê 19 kes, li Derayê 19 kes, li Şamê û der û dorên Şamê 17 kes, li Xumsê 7 kes, li Îdlibê 7 kes, li Deyru-z Zorê 5 kes, li Hesekeyê 4 kes, li Quneytrayê 2 kes, li Hamayê 1 û li Raqqayê jî 1 kes bi tevahî 82 kes kuştin.