03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê bi leşker dagirtina Kerkûkê de hişyarî da Rêveberiya Herêma Kurdistanê û ji bo destpêkirina diyalogê daxwaza betalkirina encamên referandûmê kir.
Ebadî li qesra hikûmetê ya li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Derbarê bi leşker dagirtina Kerkûkê de ez hişyariyê didim HKIyê. Bila bizanin ku ev rewşeke xeter e."
Serokwezîr Ebadî anî ziman ku emrîwaqîkirina HKIyê li herêmên nîqaş li serê, nayê qebûlkirin û wiha got, "Em dixwazin rêveberiya li van herêman şirîkê îdareya federalî bin."
Ebadiyê ku got, "Di mizakereya digel HKIyê de çavkanî destûr e." Nirxandina, "Mercê diyalogê pabendiya destûrê û betalkirina referandûmê ye." kir.
Ebadî herwiha destnîşan kir ku ji Bexdayê bo HKIyê seferên balafirên mirovî berdewam in.