Sevim Hatun
27 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî ji bo betalkirina referanduma nemeşrû cardin bang li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir, diyar kir ku wê ji bo encama referandumê tu carî nekevin diyalogê.
Serokwezîr Ebadî beşdarî rûniştina derasayî ya ku meclisê ji ber referanumê kir bû û got: "Me ji bo encamên birîsk ên referandumê hişyarî da. Ji bo radestkirina balafirgehan mihlet heta roja înê ye."
- Em ê ji bo encama referandumê tu carî nekevin diyalogê
Ebadî got: "Em dixwazin HKIye referandumê betal bike. Me ji serokên herêmê re got heke ku referandum bê kirin emê tedbîrên ku hewce dikin bigirin. Em ê ji bo encama referandumê tu carî nekevin diyaligê. Pêşaneya me pêkanîna ewlehiya gelê me ye. Bi qasî ewlehiya welatiyên me yên kurd em ê ewlehiya welatiyên xwe yên tirmen û xiristan jî pêk bînin."