22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
RIYAD
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo têkiliyên fermî çû Erebsitana Siûdî û Qral Selman bin Ebdulezîz, Ebadî qebûl kir.
Li gor SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, Qral Selman bin Ebdulezîz li Diriyyeya herêma Riyadê, li qesra Oucayê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û heyeta pê ra qebûl kir.
Piştî hevdîtinê Qral Selman ji bo rûmeta Ebadî şîv da.
Sibê li Erebistana Siûdî Civîna Lijneya Kordînasyonê ya Erebistana Siûdî û Iraqê heye û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson wê beşdarî bernameya vekirinê bibe. Ebadî jî wê beşdar bibe.
Ji aliyekî din va Wezîrê Vejen, Sanayî û Çavkaniyên Madenê yê Erebistana Siûdî Xalid Falih jî li Iraqê ye û Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm ew qebûl kir.
Hat gotin ku di hevdîtinê da li ser tevkariya her du welatan, neft û cardin verastkirina piyaseya neftê sekinîn.
Di hevdîtinê da Wezîr Falih nameya ku Qral Selman şand, teslîmî Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm kir.