Elif Orhan
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dubare kir ku referandûma serxwebûnê ya ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku biryar e 25ê îlonê bê kirin, red dikin û got dê destûra perçebûna welêt nedin.
Ebadî di civîna çapemeniyê ya ku li Bexdayê kir de da zanîn ku di civîna Lijneya Wezîran de qala girîngiya bi rêya diyalogê çareserkirina pirsgirêkên bi HKIyê re kirin û got ku "Lijneya Wezîran dubare kir ku referandûma li Kurdistanê qanûnî nîne."
Ebadî got ku "Lêferzkirinên yekalî û empozekirina hêzê nayê qebûlkirin. Referandûm dijî qanûnên li HKIyê ye jî" û wiha axivî: "Ez ji bo diyalogê bangî serokên kurd dikim ku bêne Bexdayê."
- "Em ê tu carî nehêlin ku welat parçe bibe"
Îbadî got "Gelê kurd piştî 2003yan destbiketiyên ku sedsalan bi dest nexistibû bi dest xist. Ev jî mafê wan ê xwezayî ye." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Dema pêngavên ku ji bo kirina referandûmê tên avêtin pêk bên dê hemû destbiketî ji dest derkevin. Ez dijî pêngavên ku dê dîsa me bixe nav fitneyê û her kes jê zirarê bibîne hişyarî didim. Ez hember hêviya birayên me yên kurd rêz digirim lê belê em ê destûrê nedin parçebûna welêt. Ez bangî gelê kurd dikim ku vê referandûmê boyqot bikin ji ber ku dê ev tu carî ne li gor fêyda wan be. Dixwestin ku nefta Kerkûkê îxrac bikin vê jî bi awayekî ku neqanûnî ye û bi bikaranîna hêzê dikin. Baş e lê di gel firotina neftê li HKIyê çima gumrahî çênabe? Çima nikarin ku li HKIyê mehaneyên karmendan jî bidin? Referandûm dê Iraq û herêmê bixe nav xetereyeke mezin."
Ebadî eşkere kir ji bo ku beşdarî civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe dê hefteya bê biçe New Yorkê û got ku "Em hewl didin ku biryareke navneteweyî ya ku dê DEAŞê wek rêxistinasûcê qebûl bike derxînin."