Sevim Hatun
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
PEKÎN
Li Çînê ji bo Serokê DYAyê Donald Trump merasima fermî ya pêşwazîkirinê hat kirin.
Bername li pêşiya Hêwana Mezin a Gel a li Meydana Tiananmena Pekînê hat kirin, di destpêkê de Trump û Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping piştî sirûda netewî ya herdu welatan merasima pêşwazîkirinê ya eskeran temaşe kir.
Trump ji bo zarokên di destên wan de alayên herdu welatan û çîçek hebûn silav kir û ji bo wan çepik lê dan.
Trump û Şî piştî merasima dewletê derbasî hevdîtinên dualî û di nav heyetan de bûn.
Piştî hevdîtinan herdu serok wê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.