Hat diyarkirin ku Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) Ehmed el-Carba li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî çû Hewlêrê.
Hat diyarkirin ku Barzanî û Carba dê li ser pêşeroja kurdên bakur ên li Sûriyeyê biaxivin. Tê gotin ku Barzanî dê ji Carba ji bo xebatên yekîtiya partiyên kurd piştgiriyê bixwaze. Li bendê ne ku Carba nûnerên partiyên kurd ên Sûriyeyê yên ku civînên lihevkirinê li dar dixin re jî hevdîtinan pêk bîne.
Ji hêla din civîna 4emîn a partiyên kurd ên Sûriyeyê li Hewlêrê dest pê kir. Bi partiyên di bin navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) de hevdîtin tên kirin. Hewl tê dayîn ku di navbera aliyan de hevkariyek bê sazkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Partiya Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê (El Partî), Partiya Yekîtiya Kurd a Sûriyeyê (YEKÎTÎ), Partiya Yekîtî a Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê (El Wahde), Partiya Azadî û Partiya Pêşveçûnê dibêjin ku PYD guh nade komên siyasî ên din û ew dixwazin ku bila PYD li ber xebatên wan astengiyan dernexe.
Ev partiyên ku di bin navê ENKSê hatine li cem hev û nêzî Barzanî ne dixwazin ku kurd bila bi heyetekê ve beşdarî Konferansa Cenevre-2ê bibin. Lê tê gotin ku PYD dixwaze ku bi heyeta xwe ve beşdarî konferansê bibe û ji ber vê di navbera aliyan de hê yekîtiyek pêk nehatiye.