ERBÎL
Endamê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KHŞS) Ebdilbasît Seyda got: "Em nasname û mafên kurdan bi fermî qebûl dikin. Em dixwazin ku hemû alîgirên kurd di bin Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê de kom bibin."
Seyda duh bi Serokê KHŞS Ehmed el-Cabra û heyeta bi wî re çû ziyareta Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî. Seyda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Me bi Barzanî re li ser rewşa Suriyeyê ya niha, beşdarbûna Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê ya koalisyonê, konferansa Cenevre-2 û penaberên sûriyeyî yên li herêma Kurdistanê xeberda. Hevdîneke zehf baş bû."
Seyda diyar kir ku ji bo ku rewşa penaberên sûriyeyî bibînin dê sibê şeveqê herin kampên li Hewlêrê ziyaret bikin.
Seyda got ku "Eleqeya hatina me ya Hewlêrê bi civîna partiyên Kurdên li Suriyeyê re tune." û wiha got: "Lidarxistina civînên hevpar yên partiyên kurdan me kêfxweş dikin. Em jî dixwazin ku kurd bi hev re di tevgerekî de bin û piştgirîyê nedin rejimê."
Seyda diyar kir ku derê KHŞSyê her tim ji partiyên kurdan yê Sûriyeyê re vekirî ye û wiha axivî:
"Em nasname û mafên kurdan bi fermî qebûl dikin. Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê tevî koalisyonê bû. Divê alîgirên din jî êdî biryarekê bidin. Li aliyê rejimê ne an li aliyê muxalifa ne?"
Seyda diyar kir ku rejima Esed piştgiriya Îran û Rûsyayê hildaye û di van rojên dawiyê de di ser Helebê û gelên herêmê de bombeyên warîlê dibarîne.
Seyda eşkere kir ku ji bo amadehiyên konferansê heyetek şandine Cenevreyê.