HELEB
Hat ragihandin ku yekîneyên artêşa hêzên Beşar Esed li Sûriyeyê bi çekên giran êrîş birin li ser muxalifan, di encama êrîşan de 8 jê jin 7 jî jê zarok bi tevahî 44 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) hêzên rejimê him ji hewayê him jî ji bejayê ve, êrîş birin li ser herêmên di bin kontrola muhalifan de û di encama êrîşan de li Şamê 11 kes, li Hamayê 8 kes, li Dêrayê 8 kes, li Hûmûsê 6 kes, li Îdlibê 2 kes, li Hasekê 2 kes, li Raqqayê kesek bi tevahî 44 kes mirin.
Di vê navberê de Komîteya Kordinasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên Esed ji bejayê ve bi fuzeyan êrîş bir li ser bajaroka Mûleyhayê.
Ji aliyê din ve SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ragihand ku hêzên ewlehiyê gelek cihên girîng ên derdora girtîgeha Haleyê ya navendê xistin bin kontrola xwe û gelek komên çekardar jî kuştin.