Sevim Hatun
25 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
GAZİANTEP
Ji bajarên rojhilatê esker sewqî Kilîsa li sînorê Sûriyeyê hat kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, kerwana eskerî ya 13 tirî ya ji bajarên rojhilatê sewqî sînorê Sûriyeyê hat kirin, ji rêbeja Tarsûs-Edene-Gazîentabê derbas bû û berbi Kilîsê va çû. Ekîbên polêsan konvoya ji 13 tiran pêk tê parast.
Hat dîtin ku di konvoyê da roketavêja ku di 80 saniyeyî da 40 roketan diavêje, bataryayên fuzeyan û wesayitên zirxkirî hene.
Hat hînbûn ku wesayit, ji yekeyên li ser sînorê Sûriyeyê ra, ji bo alîkariyê şandin.