05 Sibat 2016•Rojanekirin: 06 Sibat 2016
LONDON
Rûsya ev hefteyek dawîn e ku hemberî Yayladagiya Hatayê herêma ku tirkmen lê ne bombebaran dike û ji 29ê kanûna paşîn pê ve ji ber êrîşan 5 hezar û 642 kes hildan Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin bidestxistin Rûsya ji hewayê herêma ku tirkmen lê ye ya li aliyê din ê sînor ê ku hemberî Yayladagiyê ye bombebaran dike, rejima Esed û hêzên ku piştgirî didin rejimê jî ji bejayê êrîş dikin.
Çavkaniyan diyar kirin ku Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de vê hefteya dawîn tirkmenên ku di nav wan de ereb jî hene qebûl kirin û da zanîn ku di 29ê kanûna paşîn de 731, di 30yê kanûna paşîn de 911, di 31ê kanûna paşîn de hezar û 407, di 1ê sibatê de hezar û 337 û di 2yê sibatê de jî hezar û 256 kes hildan Tirkiyeyê.
Çavkaniyan bal kişand ku li Yamadiyê tu kes nema û da zanîn ku nêzî Yayladagiyê li herêmên Affîn û Azzazê jî ji ber êrîşan cî guherîn çêbû.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu îro li Londonê di Konferansa Donorên Sûriyeyê de daxuyanî dabû çapemeniyê û gotibû ku di hefteya borî li Lazqiyeya Bakur 10 hezar kesên li Kampa Yamadiyê mecbûr man ku birevine Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî ev kes qebûl kirin.
Davutoglu her wiha vê sibê dema ji bo ku beşdarî civînê bibe ji Tirkiyeyê diçû got ku jê re raporek hatiye û gotibû ku "Ji ber êrîşên hewayî yên li Helebê 10 hezar penaberên nû li sînorê Tirkiyeyê disekini. 60-70 hezar kesên li kampên li bakurê Helebê ber bi Tirkiyeyê ve derdikevin rê."