Ethem Emre Özcan
11 Sibat 2022•Rojanekirin: 12 Sibat 2022
Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li herêma Herekata Kaniya Aştiyê stargeheke YPG/PKKya rêxistina terorê derxist holê û di stargehê da sîlah û cebilxane hat girtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên mixalifên eskerî hatin sitandin, hat tesbîtkirin ku Tilebyadê hin şikbar dikevin avahiyeke metruk û li ser vê Polêsên Eskerî yên ANSyê li avahiyê geriyan.
Di lêgerîna stargehê da tivinda nîşangeriyê bêtêl, RPG-7 û cebilxanaya YPG/PKKyê hat girtin.

Li Resuleynê jî pêşî li hewla êrîşê ya dijî sivîlan a YPG/PKKyê hat birîn. Li Resuleynê endamên Tumena Hemze ya ANSyê teqemeniyeke bi destan hatibû çêkirin tesbît kir û piştî tevdîran teqemenî hat îmhekirin.
Tilebyad û Resûleyn bi Herekata Kaniya Aştiyê ya di cotmeha 2019an da hatibû kirin va ji terorîstên YPG/PKKyî hatibû xilaskirin.