Abdullah Tel
15 Îlon 2020•Rojanekirin: 17 Îlon 2020
Ji serê meha Hezîranê vir va li herêmên curbecur ên Sûdanê baran zêde dibare û ji ber vê yekê jî Çemê Nîlê radibe û gelek dever di bin avê da dimînin.
Malbatên mal û zeviyên wan di bin avê da mane û ji ber lehiyan mexdûr in jî li benda alîkariyê ne.
Ji deverên zirar û ziyan lê qewimî yek jî Umdurmana bajarê Sûdanê ye. Şêniyên gundê El-Giya ya ser herêma Salhaya Umdurmanê ne ku mexdûr bûn ji aliyekî va hewl didin zirar û ziyana xwe telafî bikin û ji aliyekî va jî jiyana xwe ya rojane didomînin.
Çemê Nîlê ku rabû tevahiya gundê El Giyayê di bin avê da hişt û şêniyên ku bi zorê û heft belayî canê xwe xilaskirin ji nûçegihanê AAyê ra qala şeva lehî li wan rabû kirin.
Mecdî El-Abdîn Babikir got: "Bişev di saet dora 2yan da baraneke zêde barî. Ava Çemê Nîlê rabû ji nişka va li xaniyê me qelibî. Min malbata xwe hilda û em ji nişka va derketin. Mala me hilweşiya. Niha em li mala cîranê xwe dimînin û mala wan ava be. Hê alîkarî negihîştiye van deran û em dixwazin ku bi piştevaniyê va mala xwe ava bikin."
Ebdullah Ehmed Îsmaîl jî ragihand ku ne ji hikûmetê û ne jî ji aliyekî din tu alîkarî nehat û wiha pê da çû: "Niha pirsgirêka me ya herî mezin mêş û ava qenelîzasyonê ye. Em dixwazin ku bila ev pirsgirêkên me bên çareserkirin."
Mamosteya Pêşdibistana El-Wedê Fethiye Mehmûdê jî got: "Tî, birçî û li derva mayîn li zora me naçe. Tiştê me diêşîne pesenekerina rayedaran e. Dibistana zarokên me jî hilweşiya. Qet nebe em li wan xwedî derbikevin û bila ji dibistana xwe nemînin."
Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî ya Sûdanê ji ber barana ku ev çend meh in li welêt car caran zêde dibe û bi xwe ra lehiyan jî radike heta niha 114 kes mirin, 54 kes birîndar bûn, ji 80 hezarî zêdetir xanî yan di bin avê da man û yan jî zirareke mezin dîtin û ji 40 hezar donimî jî zêdetir zevî di bin avê da man.
Konseya Ewlehî û Parastina Sûdanê şemiya hefteya borî ji ber bobelatên lehiyê bo sê mehan rewşa acil îlan kir.