Muhammet Kurşun
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
HARTUM
Bi piştgiriya Serokatiya Ajansa Geşedan û Hevkariya Tirkiyê (TÎKA) li paytextê Sûdanê Xertûmê atolyeya tekstîlê hat vekirin.

Ji bo vekirina atolyeyê li Xertûmê bi beşdariya Serokê TÎKAyê Serdar Çam û Wezîrê Çavkaniyên Însanî yê Sûdanê Cafer Ehmed Ebdullah merasimek hat lidarxsitin.

Seroka Baskê Jinên AK Partiyê Lutfiye Selva Çam jî çû ser makîneyê û dirûn kir.
Selva Çamê daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got dê ev atolye ji bo dîtina kar îmkanekî baş çêke.