Dlshad Saifaalddin Ahmed
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Jin û keçên bajarê Silêmaniyê li Melbenda 1ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan û ji bo Talebanî şîn girêdan.
Jinên reşgirêdayî li avahiya Melbenda 1ê ya YNKê kom bûn, wêneyê Talebanî rakirin û bi girî û gaziyê xemgîniya xwe nîşan din.
Jinan piştî bihîstina xebera wefata Celal Talebanî ji do nîvro pê ve berê xwe da avahiya YNKê û dest bi şîngirtinê kirin.
Tê diyakirin ku şîngirêdana jinan li herêmê ji ya zilaman zêdetir e û hin ji wan di dema şînê de li sînga xwe didin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, piştî derbaskirina nexweşiyeke demdirêj do berêvarî li Almanyayê di 84 saliya xwe de wefat kir.