Haydar Şahin
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump piştî êrîşa roja yekşemê ya ku tê da 58 kes mirin Las Vegas ziyaret kir, bi malbata kesên ku di êrîşê da hatin kuştin, birîndar bûn û wezîfedarên ewlekariyê yên ku midaxeleyî êrîşê kirin ra axivî.
Trump di ziyareta xwe ya rojane da bi hin nexweşên li Las Vegas University Medical Centerê radizên ra hat ba hev. Piştî ziyaretê Trump daxuyaniyeke kin da rojnamevanan û got, "Min îro li vê derê karê me yê bi profesyoneliyeke serkeftî hat kirin dît. Hin nexweş zehf birîndar bûne, lewra ji bo ku alîkariyê bidin birîndarên li erdê ciyê bûyerê terk nekiribûn. Ev wêrekiyeke mezin e."
Donald Trump ji bo Stephen Paddockê 64 salî yê welatiyê DYAyê yê ku êrîş kir got "nexweşekî dîn" e.
Hat ragihandin ku piştî axaftinê der barê wezîfedarê agirkujiyê yê ku tê gotin heyata gelek kesan xilaskiriye da agahî dan Trump û Serokê DYAyê çû merhebatî da wî kesî.
- "Dibe ku rewş ji vê nebaştir bûya"
Trump paşê Navenda Polêsên Las Vegasê ziyaret kir û bi polêsên ku midaxeleyî bûyerê kiribûn ra hat ba hev.
Donald Trump di axaftina li vê derê da got, "Gotin têrê nakin ku qala wêrekiya şeva yekşemê hat nîşandan bikin. Heke polêsan bi lez midaxele nekirina dibe ku rewş ji niha nebaştir bûya. Amerîka nika dike."
Trump li vê derê bi komeke qerebalix a ku ji polês û ekîbên alîkariya ewil pêk tê ra hat ba hev û ji wan ra sipas kir.