Abdullah Tel
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2017
BEXDA
Pêşîkêşê şiiyên li Iraqê Elî es-Sîstanî diyar kir ku li Iraqê divê çek dayîn ji hêla dewletê va bê sînordarkirin û Heşdî Şabiya hêza milîs a şiiyan jî wek piştevanê hêzên ewlehiyê bila bisekinin.
Nûnerê Sîstanî yê li Kerbelayê Evdilmehdî Kerbelayî li ser navê wî daxuyanî da û ragihand ku têkoşîna Iraq li dijî terorê dide hê jî bi dawî nebûye û hucreyên veşartî ji bo welêt hê jî tehdîd in.
Kerbelayî got ku li dijî wan tehdîdan divê hêzeke eskerî li cem hêzên çekdar ên welêt cih bigire û wiha pê da çû: "Lazim e Heşdî Şabî hewla piştgiriyê bide. Ji ber vê jî dildarên banga cîhadê bi cih tînin amade bin."
Evdilmehdî Kerbelayî hişyarî da ku bila Heşdî Şabî ji bo armancên siyasî neyê emilandin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî li ser daxuyaniya Sîstanî ya dixwaze çek bila bi destê dewletê bên sînordarkirin, daxuyanî weşand û kêfxweşiya xwe parve kir.
Heşdî Şabiya hêza milîsên şiî di sala 2014an da bi armanca têkoşîna li dijî DEAŞê li ser bangewaziya cîhadê ya Sîstanî hatibû avakirin.