Fatih Gazioğlu
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
STOCKHOLM (AA) - Hat ragihandin ku Serdozgera Swêdê sûcdariya tecawizê ya der barê avakarê WikiLeaksê Julian Assange de, betal kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Swêdê Serdozger Marianne Nyê biryar da ku sûcdariya tecawizê ya der barê avakarê WikiLeaksê Julian Assange de dewam neke.
Îfadeya Assange, par di meha çiriya paşîn de bi sûcdariya tecawizê li Balyozxaneya Ekwadorê li Londrayê hatibû stendin.