Abdullah Tel
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
KABUL
Hat ragihandin milîtanên Talibanê li Gormaça navçeya wîlayeta Faryaba ku li bakurê Efxanistanê di ser baregeheke eskerî da girt.
Berdevkê 209emîn Fermandariya Parleşkeriya Bazê ya Henîf Rezaî diyar kir ku milîtanan bi çekên giran êrîşî ser baregeha eskerî kirine û kontrola wê hildane destê xwe.
Rezaî destnîşan kir ku di baregehê da 70 esker hebûne û ji 20î zêdetir mirî û birîndar hene û yên mane jî dîl ketine.
Di daxuyaniya ku ji hêla Talibanê va hat dayîn da jî jimara eskeran zêdetir hat dayîn û hat îdiakirin ku 43 esker hatine kuştin, 17 jê birîndar bûne û 57 esker jî di destê wan da dîl in.
Di êrîşa rêxistinê ya ku duh biribû ser Deriyê Sînorê Gumrukê yê Ay Xanimê ya li ser sînorê Tacikistanê da jî 12 polêsên sînor hatibûn kuştin.