MEZARÊ ŞERÎF
Li Kaysara navçeya bajarê Faryaba Efganistanê milîtanên Talîbanê erîş birin ser qereqola polêsan.
Qaymeqamê Kaysarê Ebdulcemîl Sidîqî diyar kir ku milîtanan erîşî qereqola polêsan ya li herêma On Begiya Kaysarê kir.
Sidiqî destnîşan kir ku di êrîşê de 7 polês mirin û di nav van polêsan de fermandarekî polêsan jî heye.
Ji bilî vê li Xoce Sebz Poşa navçeya Faryabê jî li du deran teqîn çêbû û di teqînan de 2 kes mirin.
Qaymeqamê Xoce Sebz Poşayê Ebdullah Masûmî diyar kir ku bombeya ewil li herêma Sahraî Qaleya navçeyê, li ber dikanekê ji dûr ve bi qumandayê teqandin û di teqînê de 2 kes mirin.
Masûmî got ku dema polês ji bo teqîna ewil hatin cihê bûyerê, bombeya din jî teqandin. Di her du teqînan de 7 kes birîndar bûn.