Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ÎDLIB
Konvoya duyemîn a ji bajarê Kuneytrayê ya ku kete destê rejima Beşşar Esed mirovan tehliye dike, gihîşte Îdlibê.
Konvoy duh şev dereng ji Hemayê derbas bû, gihîşte Îdlib û rojavayê Helebê.
2 hezar û 592 kesên bi 47 otobês û 21 wesayîtên sivîl va hatin tehliyekirin di navendên xwespartinê yên berwext da hatin bicihkirin.
Bi vî awayî hejmara kesên mecbur man ji Kuneytrayê derkevin gihîşte 4 hezar û 100 kesî.
Ji Kuneytrayê tehliyekirin wê dewam bikin.
- Pêvajoya agirbest û tehliyeyê
Rejimê û alîgirên wê bi piştgiriya Rûsyayê di 20ê Hezîranê da li Derayê operasyona eskerî kiribûn.
Di 6ê Tîrmehê da Rûsya û muxalifên eskerî li ser peymana agirbestê ya ku herêmên başûr ên Sûriyeyê jî dihewîne li hev kiribûn.
Di peymanê de madeya "Rûsya û muxalifên eskerî ji bo kesên dixwazin ji Derayê koç bikin divê alîkariyê bikin" jî cih girtibû.
Piştî peymanê rejim û alîgirên wê ji sedî 85ê xeta sînor ê Urdunê yê welêt bi dest xistibûn.
Bajarên Dera û Kuneytrayê di pêvajoya Astanayê ya Gulana 2017an ya ku garantorên wê Tirkiye, Îran û Rûsya bûn de di nav 4 herêmên divê rageşî kêm bibe de cih girtîbûn.
Rûsya, Amerîka û Urdunê piştî du mehan Dera û Kuneytra xistibûn di nav peymaneke taybet.
Amerîkayê paşê li herêmê dev ji alîkariya muxalifan berdabû.