Önder Beyter
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
HEWLÊR
Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê ji kesên nenas ku bi çekan bi ser avahiya Walîtiyê da girtin 2 jê hatin berterefkirin.
Peyamnêrê AAyê ku li ciyê bûyerê ye, diyar kir 3 kesên ku gule agir kirin û ketin avahiya Walîtiyê, yekî jê bombeya li ser xwe teqand, yên din jî hatin kuştin.
Ji aliyekî din va jî hat îdiakirin, êrîşkarên ku di hundir da xwe veşartine, personelê Walîtiyê rehîn girtine.
Li dewrûbera avahiyê tevdîrên ewlehiyê yên qewîn hatin wergirtin û herwiha ji hundir hê jî dengên guleyan tê.
Êrîşkar piştî ku ketin hundirê avahiyê, ew yek red kirin ku teslîm bibin û herwiha gule berdan pasevanên ku xwestin bikevin hundirê avahiyê.
Der heqê aqûbeta personelê Walîtiyê ku hat îdiakirin rehîn hatine girtin da jî hê tu daxuyanî nehat dayîn.