Alaattin Doğru
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2023
Rahîbeya Fransî Lucile Randona 118 salî ku nasnava wê "Temendirêja dinyayê" bû, mir.
Li gor nûçeyên çapemeniya welêt, Randon li başûrê Fransayê li mala kal û pîran a li bajarê Toulonê dima û rayedarê mala kal û pîran diyar kirin ku rahîbe roja sêşemê di nava cî û nivînê xwe da mir.
Rayedaran diyar kir, ew ji ber mirina Rahîbe Randona ku wekî "Hemşîreya duayen Andre" jî dihat naskirin, li ber xwe ketin û gotin ku bi xwe jî demeke dirêj bû dixwest bimire.
Rahibe Lucile Randon di sibata 1904an da hatiye dinyayê par ji 25ê nîsanê vir va temendirêja dinyayê bû û di serê sala 2021ê da bi Kovîd-19ê ketibû.