Saadet Firdevs Aparı
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2023
Li rojhilatê Endonezyayê bi lerza 6an erdhejek çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 61 kîlomêtro dûrî bajarê Gorontaloyê bû û erdhej 152,5 kîlometre di bin erdê da çêbû.
Li welêt piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Ji bo xesar, mirî û birîndaran jî ku hene an na, tu agahî nehat dayîn.