Muhammet Kurşun
28 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
BAALBEK (AA) - Sekreterê Yekem ê Hizbullaha Libnanê Şêx Subhî Tûfeylî der barê bûyerên Sûriyê de got: "Tenê Tirkiye ehemmiyetê dide yekîtî û ewlehiya Sûriyê"
Tûfeyliyê (70) ku di nav damezrênerên pêşî yên Hizbullahê de cih digire daxuyanî da peyamnêrê AAyê û der barê siyaseta Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn û rewşa Hizbullahê û polîtîkayên Îranê de nirxandin kirin.
Der barê siyaseta Tirkiyê de Tûfeylî diyar kir ku Tirkiye di rêyeke rast de ye û Enqere polîtîkayeke li gor daxwaza Sûriyê dimeşîne.
Ew li ser vê mijarê wiha axivî:
"Tenê Tirkiye ehemmiyetê dide yekîtî û ewlehiya Sûriyê. Tirkiye di rêyeke rast de ye û Enqere polîtîkayeke li gor daxwaza Sûriyê dimeşîne. Plana Amerîkayê ya li Sûriyê, ji ya Tirkiyê ne çêtir e."
Li ser têkiliyên Tirkiye û Îranê û bûyerên vê dawiyê de jî got:
"Tirkiye ragihand ku red dike hêzên derekî mudaxeleyî karên naxweyî yên Îranê bikin. Herwiha got ew ehemmiyetê dide aştî û îstiqrara civakî ya Îranê. Lê Îranê bûyerên li Tirkiyê bi heman hessasiyet û dostaniyê nenirxand."