Abdullah Tel
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
DERA/ANKARA
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û piştgirên wî êrîşên xwe yên li ser bajarê Deraya ku li rojavayê başûrê welêt dikeve didomînin. Bi hezaran sivîl ên ku ji ber wan êrîşan direvin jî ber bi sînorê Urdinê va koç dikin.
Rejim û piştevanên wê di 20ê hezîranê da li hemberî bajarê Derayê dest bi operasyoneke berfireh kiribûn û li ser wê yekê jî sivîlên li bajêr diman jî dest bi koçê kiribûn û berê xwe didan sînorê Urdinê.
Herî kêm 150 hezar sivîl ên ku ji ber şer û tundiyê reviyan bi mecbûrî koçî sînorê Urdun û Îsraîlê dikin û di 10 rojên dawîn da jî herî kêm 97 sivîl mirin.
Qelebalixiya ku piraniya wan ji jin, zarok, kal û pîran pêk tê li ser sînorê urdunê disekinin lê rêveberiya Ammanê destûrê nade ku ev komên hanê derbasî alî Urdunê bibin.
Li erda ku koçberên Derayî lê dimînin kon û cihên mayînê tuneye û ji ber vê jî di qêleqija havînê da gelek zehmetiyê dikişînin.
Şêniyên Derayî li benda alîkariyê ne û dixwazin ku derbasî alî Urdinê bibin.
Nûçegihanên AAyê yên li Derayê ne jî perîşaniya li wê derê diqewime kişandin.
Ebû Mihemedê ku tevlî malbata xwe ji Derayê reviya ser xeta sînor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rojên gelek zor û zehmet dîtin û dixwazin ku demildest derbasî alî Urdinê bibin.
Ebû Mihemed bangî gelê Urdunê û Kral Evdilayê 2yemîn kir û got: "Tu kes zûbizû mala xwe naterikîne. Lê em ji ber şert û mercên zor û zehmet ên Derayê hatin vê derê. Em dixwazin ku bila jin û zarokên li vê derê heldin alî hundir."
"Ji bo parastina malbatên xwe me malên xwe terk kir"
Ammar el-Himeydenê ku piçek nabîne jî destnîşan kir ku ji ber rastî zilm û tehdayiya rejim û piştevanên wan hatin malên xwe terk kirin û wiha dewam kir: "Malê me di ser me da hildiweşiyan û balafirên şer bi ser me da bombe dibarandin. Em ji ber vê hatin vê derê. Em ji bo malbatên xwe biparêzin hatin hatin van deran."