PEKÎN
Hat ragihandin ku di teqîna li Tiencina bajarê Çinê de hejmara miriyan derket 85an.
Hat ragihandin ku li herêma dewsa teqînê îro jî 3 şewat derketin.
Di çapemeniya Çînê da hat destnîşankirin ku tedawiya 721 kesên birîndar dewam dike, rewşa 40 birîndaran hê di asta xetereyê da yê.
Wek mayîn der barê madeya ku bûye sedema teqînê da agahî nehatin dayîn. Leşkerên ku çekên taybet ên ji bo madeyên kîmyewî li xwe kiribûn li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Welatiyên ku di teqînê da malên wan zirar dîtin di xwendingehan da hatin bicîkirin. Hat ragihandin ku tesîra bûyerê li ser 7 hezar kesî çêbû.
Di depoya fîrmayeke lojîstîkê ya madeyên kîmyewî û xeternak de duh êvarê teqîneke mezin qewimîbû. Hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê berpirsên depoyê binçav kirin. Der heqê teqînê de hê jî tu daxuyanî nehatiye belavkirin.