KILÎS
Mistefa Debaxê 63 salî yê ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revî û xwe siparte Tirkiyeyê û debara xwe bi şivaniyê dike nika xelayan dike ku di aştî û hizûrê da vegere welatê xwe.
Debax daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku malbata wî ya ku ji 14 kesan pêk tê li Ezaza navçeya Helebê ma, ew bi xwe jî ji ber pevçûnan revî û ji vir 2 sal berê hat Kilîsê.
Debax eşkere kir ku hin caran ji bo malbata xwe bibîne derbasî aliyê Sûriyeyê dibe û wiha got: "Ez li Misircika taxa Kilîsê bi heq heywanên gundiyan diçêrînim. Xwedê ji wan razî be birayên me yên li vê derê li min xweyî derketin. Di dawiya her mehê jî mehaneya min didin min."
Debax destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bextiyar e lê belê dixwaze ku di demeke kin da aştî û hizûr bê welatê wî.
Debax diyar kir ku li welatê wî bi hezaran kes di şer da mirin û armanca wî ew e ku li welatê xwe pezê xwe biçêrîne.
Debax got ku heke aştî bê welatê wî ew ê vegere cî warê xwe û wiha pê da çû:
"Ez li vê derê zef bextiyar im. Daxwaza min ew e ku şerê li Sûriyeyê jî temam be. Ez hez dikim li vê derê şivantiyê bikim. Her roj derdê xwe ji heywanan ra dibêjim. Germahiya hewayê hem min hem jî heywanan aciz dike. Ji ber vê yekê ez nîvro heywanan di keresiyê da didim mexel, şebeqê û esrê jî heywanan diçêrînim."
Debax eşkere kir ku car caran ji eqrebeyên xwe yên li Ezazê ra xelatan dibe.