Nihat Kavşut
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 13 Nîsan 2018
ANKARA
Li gor agahiyan di operasyona ku 6ê Nîsanê li dorbera Dortyola navçeya Hatayê hat kirin da 6 terorîst kuştî hatin qefaltin û hat tesbîtkirin yek ji wan Seyîthan Sînetê bi nasnavê Wedat-Amed ku qaşo berpirsiyarê qada Amanosê yê PKKê ye û di lîsteya sor ya Wezareta Karên Navxweyî da cî digire.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di operasyona ku 6ê Nîsanê li dorbera Dortyola navçeya Hatayê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin da 6 terorîst kuştî hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniyê hat tesbîtkirin yek ji endamên ku kuştî hatin dîtin Seyîthan Sînetê bi nasnavê Wedat-Amed ku qaşo berpirsiyarê qada Amanosê yê PKKê ye û di lîsteya sor ya Wezareta Karên Navxweyî da cî digire.
Hat tesbîtkirin Seyîthan Sînetê bi nasnavê Wedat-Amed di sala 1974an da li Batmanê hatiye dinyayê.
Li gor agahiyan Sînet ji sala 2014an vir va li Amanosê çalak e û telîmata gelek çalakiyan daye.