Haydar Şahin
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
AFRÎN
Nûnerên Kurd, Ereb, Tirkmen ên ji Efrînê ji bo ku li navenda bajêr xizmetan bidomînin meclisa berwext ava kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Efrînê dan, mezinên bajêr bi dengdayînê meclisa berwext ava kirin.
20 endamên meslicê hene, 11ê wan Kurd, 8ê wan Ereb û yekê wan jî Tirkmen e.
Ji bo seroktiya meclisê jî ji van endamên meclisê Zuheyr Heyderê Kurd hat hilbijartin.
Zekeriye Mihemed, Casim el Sîferî, Ehmed Hac Hesen, Ebdirihman Nacaar, Horu Osman û Mehemed Şêx Reşît jî ji bo lijneya îcrayê ya ku ji 8 kesan pêk tê hatin hilbijartin.
Ji bo ku kesek bibe endamê meclisê dibê ji Efrînê be, li Efrînê jiyana xwe bidomîne. Heyderê serokê Meclisê piştî hilbijartinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji ber ku ev îmkana da me em ji Tirkiyeyê ra sipas dikin. Em ê ji gelê Efrînê ra xizmetê bikin. Wekî herêma Mertalê Feratê herêma Çiqlê Zeytûnê jî ew ê bibe mînak."
Heyder bangî gel kir ku bira vegere Efrînê û wiha pê da çû: "Heke hemû welatiyên ji Efrînê werin em ê bikaribin hilbijartineke demokratîk bikin. Em ê xwebixwe rêve bibin. Kesên ji Qendîlê an jî ji ciyên din tên ew ê me rêva nebin."
Heyder got ku meclis di banê Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalifên Sûriyeyê (KNHŞMS) da hat avakirin û ew ê girêdayî meclisa herêmî ya Helebê bixebitin, daxwaza wan yekpareyiya axa welêt e.
Ebdirihman Mistefayê Serokê KNHŞMSyê yê ku di dema hilbijartinê fa li Efrînê bû jî got, "Tirkiye ji bo ku Sûriye parçe nebe hewl dide. Di mijara karên dibê werin kirin da em û Tirkiye wekî hev difikirin. Meclisa herêmî ew ê di demeke kin da dest bi xizmetên tenduristî û perwerdeyê bike. Ji bo kesên ji ber terorîstan ji Efrînê revîn vegerin em ê bixebitin."