22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Wezîrê Parastina Amerîkayê Jim Mattis got: "Tirkiye ji hêla ewlehiya meşrû va bi fikar e. Di vê mijarê de Tirkiye bi eşkere diaxivî û ji bo êrişa esmanî jî hişyarî da me."
Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê Mattis dema ku diçû Başûrê Rojhilat ê Asyayê di balafirê de daxuyanî da rojnamevanan.
Mattis behsa operasyona Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ya ku li Efrîna bajarê Sûriyeyê dijî terorîstên YPG/PKK û DEAŞê da destpekirin, kir.
Wî anî ziman ku Tirkiye mutefiqeke girîng a NATOyê ye û wiha got: "Tirkiye ji hêla ewlehiya meşrû va bi fikar e."
Diyar kir ku Tirkiyeyê beriya êrişê hişyarî da Amerîkayê û wiha dewam kir: "Di vê mijarê de Tirkiye bi eşkere diaxivî û ji bo êrişa esmanî jî hişyarî da me."
Ji bilî vê Mattis got eskerên Amerîkayê yên ku li herêmê ne ji ber operasyona Tirkiyeyê ne di talûkeyê de ne.