Muhammet Kurşun
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
HARTUM
Êtîmên Sûdanê piştgirî dan Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyê li Efrînê da destpêkirin.
Êtîmên welatê Sûdanê ji bo serkeftina Artêşa Tirkiyê dua kirin û Sûreyê Fethê xwendin.
Li herêma Darusselama bajarê Umdurmanê xwendekarên Qursa Qur'anê ya Osman Bin Effan ku jimareya wan 312 ye Qur'an xwendin û ji bo Artêşa Tirkiyê dua kirin.
Êtîmên li Qursa Qur'anê Şêx Ehmed Ferah Ebdullah ku dikeve bajarê Nyalayê jî dua kirin
Xwendekarên biçûk li ser kaxezeke biçûk "Çiqlê Zeytûnê" nivîsandin û piştgiriya xwe diyar kirin.