25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê Mark Toner der heqê îdiayên tirkmenan pîlotên firokeya ku li Bayirbûcaka Sûriyeyê sînorê Tirkiyeyê binpê kir, kuştin de wiha got, "Heger bi rastî jî ûris êrîşî tirkmenan dikin, wê çaxê tirkmen jî xwedî her cure mafî ne ku xwe biparêzin."
Toner di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane da bersiva pirsên der heqê daxistina firokeya ku sînorê asîmanî yê Tirkiyeyê binpê kir, da.
Ji Toner pirseke wiha kirin, "Hêzên tirkmen ên li Sûriyeyê gotin ku wan, herdu pîlotên ku xwe bi paraşûtê berdan xwarê kuştin. Hêzên tirkmen bi alîkariya Tirkiyeyê li dijî hikûmeta Sûriyeyê şer dikin. Ew perçeyek ji muxalefeta li wê derê ne. Ma hûn van muxalifan wekî perçeyekî muxalifên nerm ên li Sûriyeyê nabînin?"
Li ser pirsê Toner wiha got, "Çend xal hene, lê li ser van xalan nakokî jî hene. Me dît dibe ku ji pîlotan yek nemiribe. Heger bi rastî jî ûris êrîşî tirkmenan dikin, wê çaxê tirkmen jî xwedî her cure mafî ne ku xwe biparêzin. Lêbelê der heqê qewimînên îro da agahiyeke me ye teqez tuneye."
Toner bal kişand ser hemleyên Rûsyayê û wiha got, "Operasyonên Rûsyayê yên nêzîkê sînor, mimkûn e ku bibe sedema encamên bi vî rengî."
Toner wiha pê da çû, "Hewce ye ku rageşî vemire. Lêbelê wekî gotina Serokê DYAyê Barack Obama, divê Rûsya pirsgirêkên me yên ku dewam dikin, nas bike. Gelekî nêzîkê sînorê Tirkiyeyê operasyonan pêk tînin û didin dû muxalifên nerm ên ji Sûriyeyê û li wan didin. Rewşeke wiha dibe ku bibe sedema encamdanên bi vî rengî."
Toner bal kişand ku Tirkiye mitefîqê wan ê NATOyê ye û ew li cem wan in û qala axaftina Obama jî kir û diyar kir mafê Tirkiyeyê heye ku sînorê xwe yê asîman biparêze.