25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Serokê DYAyê Barack Obama ra xeberda.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariyê, Erdogan û Obama der hqê balafira Rûsyayê ya ku sînorê hewayê yê Tirkiyeyê îxlal kir û bi destê Tirkiyeyê hat daxistin da axivîn.
Obama destnîşan kir ku mafê Tirkiyeyê ye ku parastina xwe ya neteweyî bike û DYA û NATO jî piştgiriyê didin.
Hat destnîşankirin ku Erdogan û Obama di heman fikrê da ne ku rageşî ji holê rabe û bûyerên wiha cardin çênebin.
Hat diyarkirin ku herdu serok ji bo li Sûriyeyê pêvajoya çareseriya siyasî çêbe jî di têkoşîna hevbeş a li dijî DAEŞê da bi biryar in.