Ahmet Aydın
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
ANKARA
Serokê DYAyê Donald Trump, Dîrektorê berê yê Buroya Lêpirsîna Federal (FBI)yê James Comey bi "vedizîna zanyariyan" tawanbar kir.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê go, "Tevî komek vir û derew di îfadeya xwe de, tenê hewla xwe pakkirênê bû.. Ti nabê yên ku zanyarî vedidizandin Comey bû."
Dîrektorê berê yê FBIyê Comey duhê li Kongreya DYAyê îfade dabû.
Comey di îfadeya xwe da îdia kiribû ku rêveberiya Trump derbarê FBIyê derewan dike û piştî ku wî ji kar avêtine tiştê narewa di derbarê wî de gotine.
Piştî vê îfadeyê Cîgira Berdevkê Koşka Spî Sarah Sanders bersiva wî dabû û gotibû, "Ez dikarim eşkere bêjim ku Serok derewîn nîn e"