Haydar Şahin
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 10 Hezîran 2017
DEWHA
Ligel amborgoya siyasî û aborî ya ku Erebistana Siûdî û hin welatên ereban dimeşînin li kuçeyên Qeterê şahiya remezanê dewam dike.
Li Dewhaya ku jiyana rojane wek berê didome baxçeyên çayê, navendên danûstandinê û kuçe ji fitarê hetanî paşîvê devedevî tijî dibin.
Gel piştî fitarê herî zêde eleqeyê nîşanî Bazara Wekfê (Suq el-Weqf) ya li Dewhayê dide. Welatiyên Qeterê bi roj ji tavê bêzar dibin û êvarê derdikevin kuçeyên Suq el-Weqfê, li kuçeyan bestenîfiroş, balofiroş digerin û dîmenên xweşik derdikevin holê.
Zarok balonan didin destê xwe û di nav kuçeyan da direvin û diqîrin, mezin li baxçeyên çayê rûdinin û piştî fitraê nargîleyê dikişînin û dema xwe derbas dikin. Ev jî nîşan dide ku krîza di navbera Qeterê û qelatên ereban da tresîrê li ser jiyana welatiyan nake.
- Li markêtan hemû cure xurek hene
Ji destpêka krîzê vir da xeber tên weşandin ku welatî "hicumê markêtan dikin, li wan deran xurek nehiştin" lêbelê tiştekî wisa tune û li markêtan hemû cure xurek hene.
Li markêtan her tişt wek demên berê normal dimeşe, xwarin û xureka ku ji Tirkiyeyê tê jî li markêtan heye.
- Piştî şoka ewil her tişt vegeriya normalê
Welatiyên Qeterê yên ku daxuyanî dan nûçegihanê AAyê gotin ku di destpêka krîzê da qasî demeke hin welatî ketin fikaran lêbelê nika her tişt vegeriyaye halê normal.